Abdullah Tel
2017 ж. 14 қазан•Rojanekirin: 2017 ж. 14 қазан
NEW YORK
Hat ragihandin ku li Kalîforniyaya eyaleta DYAyê hefteya borî roja yekşemê agir bi daristanan ketibû û belav bûbû. Ji wê rojê vir va bo temirandina agir gelek pêşveçûn pêk hat lê "rewşa acil" hê jî dewam dike û piranî jê kal û pîr heta niha 36 kes mirin.
Rayedaran destnîşan kir ku li Kalîforniyayê ji sala 1933an vir va ev "şewata herî bizirar" e ku qewimiye û ji bo temirandina alavên agir hewl û xebat didomin.
Li eyaletê di şewatê da bi qasî 5 hezar û 700 xanî û kargehî zirar dîtin û piranî jê kal û pîr heta niha 36 kes jî mirin.
Şirketa xaza siruştî û ceyran belavkirinê ya li Kalîforniyayê ragihand ku ceyrana 34 hezar aboneyî hatiye birîn û ji 47 hezar aboneyî ra jî xaza siruştî naçe.
- Digel pêşveçûnê "rewşa acil" dewam dike
Li 17 deverên eyaletê agir bi daristanê ket û qadeke bi qasî 200 hezar donimî zirar dît. Ji bo temirandina agir jî bi qasî 9 hezar wezîfedarên agirkujiyê hewl didin heta niha gelek pêşveçûn pêk hat lê ji ber talûkeyê "rewşa acil" hê jî dewam dike.