22 Tebax 2016•Rojanekirin: 23 Tebax 2016
ÎSTANBUL
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistan a Sûriyeyê (PDK-S) û nûnerê Konseya Neteweyî ya Kurdan a Sûriyeyê (ENKS) Evdilhekîm Beşar pevçûnên dawîn ên di navbera PYD û rejima Sûriyeyê wek şano binav kir û wiha got: "Kingê PYD ji hêla siyasî ve bikeve tengasiyê -mînak ev çend rojin li Amudê, Qamişlo û bajarên din li hember PYDê bi hezaran mirov xwepêşanan li dar dixin- rejim heman dikeve dewrê.
Beşar ji nûçegihanê AAyê re behsa rewşa dawîn a li Sûriyê kir û got ku Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê ya ku YPG jî di nav de ye alîgirê Esed e û wiha axivî: "Ji ber ku ew rejimê diparêzin mehaneya wan ji hêla rêvebiriya Sûriyeyê ve tê dayîn. Amerîka dixwaze ku DAEŞê têk bibe, ji ber vê piştgiriyê dide Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê, lê ji hêla siyasî ve eleqeyê nîşanî wan nade. Armanca wan a ewil piştgiriya rejimê ye. Kesên di nav wan de ne gelempêrî sunî ne lê, alîgirên rejimê ne. Rejim her meh çekan û mehaneyê dide milîtana."
- "Pevçûna li Hesekê şano ye"
Beşar behsa pevçûnên di navbera rejim û PYDê yên li Hesekê kir û wiha got: "Bûyerên bi vî rengî par jî çêbûn, lê di rastiyê de ev derew in, heta wisa ku dixwazin dengê muxalifên kurd kêm bikin. Dema ku PYD dikeve tengasiyê rejim dest pê dike."
Beşar anî ziman ku pevçûnên di navbera rejim û PYDê şanoye û wiha axivî:
"Pevçûna dawîn a navbera PYD û rejimê şanoyek e. PYD kêngê ji aliyê siyasî va bikeve tengasiyê - ji bo nimûne ev çend roj in li Amûdê, Qamişlo û bajarên din bi hezaran mirov li dijî PYDê xwepêşandanan dikin- rejim demildest dikeve dewrê. Rejima Sûriyê êrîşî PYDê dike û hewl dide ku îtiraza gelê kurd bide kerrkirin. PYD jî di van pevçûnan da 20-30 ciwanên kurdan dide kuştin û xwe wiha diparêze 'Em bi rejimê ra şer dikin, ev jî li me îtiraz dikin' û dengê kurdên mixalif dide kerrkirin. Mexseda vê tiyatroyê ew e ku eyb û eyalên xwe yên ku li dijî mixalefetê kir, nebîne."
"PYD, kurd û ereban berdide hev"
Evdilhekîm Beşar diyar kir, tu eleqeya siyaseta PYDê bi mafên kurdan tuneye, heta bi kirinên xwe va ji rejima Sûriyê derbastir kir û wiha dewam kir: "Baasê 50-60 salan hukum kir. Lê rêvebirina nav çar salan ya PYDê ji ew qas salên ku Baasê anî serê kurdan xerabtir e. PYD kurd û ereban berdide hev. Ev ji bo kurdan ne baş e. Dilê wê heye ku kurd û ereb bibin dijmin û şer bikin û rejim jî li wê derê bimîne ku kes têkilî rejimê nebe."
Beşar destnîşan kir, wan wek ENKSê xebatên siyasî ên baş kirin, lê pêdiviya wan bi hêza çekdar heye, ji ber vê jî dilê wan heye ku "Pêşmergeyên Rojê (Rojava)" ku li Herêma Kurdistana Iraqê perwerde bûn, derbasî Sûriyê bikin.
- "Polîtîkaya Amerîkayê ya li ser PYDê wê biguhere"
Beşar got ku ji bo derbasbûna Sûriyê ya "Pêşmergeyên Roj"ê wan bi rayedarên Amerîkayê ra hevdîtin kir, lê hê bersîv hilnedane û wiha dewam kir:
"Em li Sûriyê mihtacî hêzeke çekdar in. Em dixwazin ku Pêşmergeyên Rojê ji Kurdistana Iraqê derbasî Sûriyê bibin. Lê destûr nayê dayîn. Rojekê were ew ê jî derbas bibin. Lewra ew hêza me ya çekdar e, wê wek hêza çekdar a ENKSê li Sûriyê bimînin. Em û rayedarên Amerîkayê timî tên bal hev. Tiştên ku diqewimin em ji wan ra dibêjin. Ez bawer dikim ku ew jî rewşê baş dibînin. Li Sûriyê çi dibe, em çi dixwazin, ew pir baş dizanin. PYDê jî pir baş dinasin. Lê îro mexseda Amerîkayê şikestina pişta DAEŞê ye. Ji bo vê jî piştgiriyê dide YPGya hêza çekdar a PYDê. Piştî ku pişta DAEŞ şikest, polîtîkaya Amerîkayê ya li ser PYDê wê biguhere. Me ji Amerîkayê ra got ku 'em dixwazin Pêşmergeyên Rojê derbasî sûriyê bibin'. Amerîkayê jî got ku 'em ê li ser vê bixebitin', lê hê cabek nedane me. Daxwaza me dewam dike."