28 Adar 2017•Rojanekirin: 28 Adar 2017
WASHINGTON
Komîteya Têkiliyên Gelên Amerîkan-Îsraîlê (AIPAC) ku li DYAyê ji lobiyên Îsraîlê herî girîng yek e, konferansa xwe ya salanê kir. Serokê Îsraîlê Binyamîn Netenyahu ji Tel Avîvê bêşdarî konferansê bû û got ku rêvebirina Donalt Trump ji her aliyê piştkiriyeke xûrt dide wan.
Li DYAyê civîna ku tê kirin weke civîneke herî girîng ya hereketa Îsraîlê tê dîtîn. Civînê roja yekşemê dest pê kir. Netenyahu di roja duyemîn a civînê de pesnê rêvebiriya Trump da.
Netenyahu bi vîdeo Konferansê bêştarî civîna li Washingtona paytextê Amerîkayê bû û axivî. Netenyahu di axaftina xwe de got ku di gelek qadan da rêvebiriya Trump piştgirî daye Îsraîlê û wiha dewam kir: "Hûn vê alikariyê dikarin di butçeya Trump de jî bibinin. Ji aliyê aboriyê ve xwe dişidînin lê alîkariya leşkerî ya ku didin Îsraîlê kêm nekirin."
- Netenyahu li ser meseleya avakirina taxên nû neaxivî
Netenyahu di konferansê de li ser mijara avakirina taxên nû neaxivî û vê jî nîşanda ku naxwaze meseleya ku bi DYAyê re li hev nakin bîne ziman.
Her wiha Netenyahu di konferansê de got: "Îsraîl seba bi Filistîn û cîranên xwe yên ereb re aştiyê pêk bîne dê bi Serok Trump re bixebite." Netenyahu li ser hûrgiliyên aştî dê çawa pêk bê nesekinî.
Di konferansê de Alîkarê Serokê DYAyê Mîke Pence, Nûnerê Daîmî yê NYyê yê DYAyê Nîkkî Haley û gelek endamên Kongeryê yên Komarparêz û Demokrat jî axivîn. Konferans dê îro bi dawî bibe.
Li paytext roja yekşemê li ber derê avahiya ku dê civîn bê kirin û li ber Qesra Sipî gelek çalakvanan konferans protesto kir û li dijî Îsraîlê slogan gotin.