Abdullah Tel
15 Sibat 2018•Rojanekirin: 15 Sibat 2018
BEYRÛT
Serokwezîrê Libnanê Se'd Herîrî got ku ew bi Hizbullahê ra îtifaqê nakin.
Herîrî di merasima li Kompleksa El-Beyyalê ya paytext Beyrûtê ji bo bîranîna Refîq Herîriyê ku 13 sal berê hatibû kuştin, hat organîzekirin da axivî.
Serokwezîrê Libnanê Herîrî got: "Em komeke wisa nînin ku dixwaze kes di maleka nijadî û mezhebî da bi cih bibin, derî di ser xwe da biqefêlin û mifteyê biavêjin. Em tevgereke wisa nînin. Lê em bi Hizbullahê ra jî îtifaqê çênakin."
Serokwezîrê heyamê Refîq Herîrî di 14ê Sibata sala 2005an da hatibû kuştin.