Haydar Şahin
15 Sibat 2018•Rojanekirin: 15 Sibat 2018
WASHINGTON
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) di çarçoveya budçeya malî ya 2019an da ji bo têkoşîna dijî DEAŞê ya li Sûriyeyê 550 milyon dolarê ku PYD/PKKa rêxistina terorî ya ku navê HDSê bi kar tîne jî jê îstifade bike veqetand û ev jî nîşan dide ku "Washîngton dê sala pêşiya me jî Sûriyeyê tijî çekan bike".
Amerîkayê di budçeya malî ya 2018an da di çarçoveya Fona Operasyonên Muhtemel ên li parzemînên din da 500 milyon dolar veqetand ku bide komên mixalif ên li Sûriyeyê û PYD/PKK jî di nav wan koman da ye.
Di destpêka hefteyê da teklîfa budçeya malî ya 2019an hat kirin û li gor vê 300 milyon dolar ji bo perwerdekirin-çekdarkirinê 250 hezar dolar jî ji bo pêkanîna ewlehiya sînor bi tevahî 550 milyon dolar hat veqetandin.
Li gor belgeya ku nûçegihanê AAyê ji Pentagonê sitand, li Sûriyeyê ji bo têkoşîna dijî DEAŞê 25 hezar milîs hatine perwerdekirin û 5 hezar milîs jî hê tên perwerdekirin, wekî mayîn hat diyarkirin ku ji 550 milyon dolarî 393 milyon dolar ji bo amûr û sîlehan hatiye veqetandin.

- Sîlehên wekî AT-4 û SPG-9 hatin dayîn
Çekên tên şandin li komên ku perwerde dibin tên belavkirin û di nava wan da tankşikên, rokêtavêj û çekên giran jî hene.
Di nav lîsteya van sîlehan da 12 hezar keleşînkof, 6 hezar tivingên bimakîne, 3 hezar û 500 tivingên bimakîne yên giran, 3 hezar RPG-7a roketavêjên ûrisan, bi tevahî hezar AT-4 û SPG-9ên tankşikên hene.
Pentagonê di çarçoveya budçeya 2018an da agahî neda ku çiqas sîleh dane komên, li gor agahiyên ku ji herêmê hatin sitandin jî Amerîkayê 4 hezar tir amûr û sîleh ji PYD/PKKa ku navê HDSê bi kar tîn ra şandin.