Haydar Şahin
20 Gulan 2017•Rojanekirin: 21 Gulan 2017
RIYAD
Serokê DYAyê Donald Trump bi ziyareta Erebistana Siûdî va dest bi bernameya xwe kir ku wê 2 rojan li dervayê welêt dewam bike.
Qral Selman bîn Ebdilezîz li Baregeha Leşkerî ya Qral Selman a li Riyadê li Serokê DYAyê Trump û Melanîa Trumpa jina wî pêşwazî kir. Piştî pêşwaziyê ji bo hevdîtinên dualî derbasî Qesra Yemameyê bûn.
Li Qesra Yemameyê sirûda neteweyî ya herdu welatan hat xwendin û piştî merasima fermî Trump û jina wî derbasî salona ku rayedarên payebilind ên DYAyê û Erebistana Siûdî lê ne bûn.

- Nîşana dewletê dan Trump
Di hevdîtina li Qesra Yemameyê da Qral Selman Nîşana Dewletê ya Qral Ebdilezîz a nîşana dewletê ya herî bilind da Serokê DYAyê Trump.
Di merasima teqdîma nîşana dewletê da rayedarên Qesra Sipî, Serok Trump û qîza wî amade bûn.
Di çarçoveya ziyaretê da Trumpê îro beşdarî hevdîtina dualî û Lutkeya DYA-Erebistana Siûdî be, sibê jî beşdarî Lutketa DYA-Welatên Kendavê û Lutkeya DYA-Welatên Îslamê bibe.