Elif Orhan
19 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2017
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî eşkere kir ku heke zirarê bidin xwepêşandanên li bakurê welêt dê midaxale bikin.
Serokwezîr Ebadî di civîna çapemeniyê ya heftane ya ku li Bexdayê kir de got ku "Xwepêşandanên li bakur ji ber siyaseta xelet a hikûmeta herêmî ya Kurdistanê derketin. Peywira birêvebiriya navendî ew e ku ewlehiya can û malê welatiyên li her derê welêt biparêze. Heke zirarê bidin xwepêşandêran emê midaxaleyê bikin."
Ebadî bangî hêzên ewlehiyê yên li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) kir ku zirarê nedin xwepêşandêran û da zanîn ku qebûl nakin ku mafê xwepêşandanê yên sivîlan ji dest wan bê sitandin.
Serokwezîrê Iraqê bangî xwepêşandêran jî kir ku zirarê nedin malên kamûyê.
Ebadî li ser mijara nedayîna mehaneyên karmendên li HKIyê jî sekinî û da zanîn ku komîteya lêkolînê ya ku li Bexdayê hat avakirin qeyda qadroyê ya der barê mamoste, doxtor û hin yekîneyên ewlehiyê de temam kir dê di demek kurt de mehaneyên karmendên beşên navborî de bên dayîn.
Ebadî der barê îdiayên dibêjin ku dê li Iraqê sahilbijartinên giştî yên ku dê sala bê li meha gulanê bên kirin bên taloqkirin jî wiha axivî: "Hilbijartin tenê li welêt heke bobelatên wekî erdhejê çêbin dê bên taloqkirin. Heke ne biryara taloqkirinê tune rayeya tu aliyê tune ku di vê mijarê de biryarê bide."
- Xwepêşandanên li HKIyê yên dijî hikûmetê
Li HKIyê li Silêmaniya ku lê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran ku yek ji partiyên mixalefetê yên sereke ye lê hêzdar in hin mamosteyan ji ber mehaneyên ku dereng tên dayîn û dijî gendeliyê protesto dan destpêkirin û ev protesto di demek kurt de veguherî xwepêşandanên girseyî.
Xwepêşandanên ku li navenda bajarê Silêmaniyê destpêkir pişt re belavî gelek navçeyan bû. Xwepêşandêran agir bi gelek avahiyên partiyan û kamûyê xistin û di bûyerên ku derketin de heta niha 5 kes mirin û 93 kes birîndar bûn.