Muhammet Kurşun
12 Îlon 2021•Rojanekirin: 13 Îlon 2021
Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî hat Tehrana paytextê Îranê.
Kazimî seba ziyareta fermî hat Tehranê û ji aliyê Îbrahîm Reîsiyê Serokomarê Îranê va li Salona Konferansê ya Pêşengan bi merasima fermî hat pêşwazîkirin.
Reîsî û Kazimî wê piştî hevdîtina dualî civîna çapemeniyê ya hevpa li dar bixin. Tê payîn ku Kazimî bi Elî Xamineyê pêşengê Îranê û rayedarên din ra jî hevdîtinê bike.