07 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2017
BEXDA
Serokwezîr Bînalî Yildirim bi balafira taybet a bi navê "TC ANA"yê hat Bexdayê.
Li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê Hesen Xanî el- Cenabiyê Wezîrê Çavkaniyên Avê ya Iraqê, Faruk Kaymakciyê Balyozê Bexdayê yê Tirkiyeyê û Hişam Elawiyê Balyozê Enqereyê yê Iraqê pêşwaziya Serokwezîr Yildirim kirin.
Yildirim li balafirgehê demekê bi Hesen Xanî el- Cenabiyê Wezîrê Çavkaniyên Avê ra axivî.
Fikrî Işikê Wezîrê Parastina Neteweyî, Îsmet Yilmazê Wezîrê Perwerdeya Neteweyî, Berat Albayrakê Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî, Nîhat Zeybekciyê Wezîrê Aboriyê û Bulent Tufenkciyê Wezîrê Gumruk û Ticaretê bi Serokwezîr Yildirim ra hatin Bexdayê.