Dinya

Serokomarê Libnanê naxwaze Filistinî bibin welatiyê wan

Serokomarê Libnanê Mîşel Ewn diyar kir ku ew daxwaza Filistîniyan ya ji bo welatîtiya Libnanê qebûl nake

Fatih Gazioğlu  | 14.06.2019 - Rojanekırın : 15.06.2019
Serokomarê Libnanê naxwaze Filistinî bibin welatiyê wan

Lebanon

Serokomarê Libnanê Mîşel Ewn diyar kir ku ew daxwaza Filistîniyan ya ji bo welatîtiya Libnanê qebûl nake û got ew ê di vê mijarê da hemû hewldanan red bike.

Li gor daxuyaniya ku ji Serokomariya Libnanê hat dayîn, Serokomar Ewn Serokê Meclisa Herêma Rîvîeraya Fransayê û lijneya ligel wî qebûl kir.

Ewn li ser mijara penaberên Sûriyeyî û Filistîniyan axivî. Serokomar Ewn got ku divê hemû Sûriyeyî vegerin welatê xwe û wiha axivî:

"Em tu daxwazên Filistiniyan yên ji bo welatîtiya Libnanê qebûl nakin. Dibe ku krîza li Sûriyeyî çend salên din jî dewam bike. Em ji ber vê nikarin li hêviya çareserkirineke siyasî bisekinin."

Li gor daneyên Libnanê yên fermî, sala 2011an piştî şerê li Sûriyeyê dest pê kir qasî 1,5 milyon Sûriyeyiyî koçî Libnanê kir. Li Libnanê ji bilî Sûriyeyiyan 600 hezar jî Filistinî hene.





Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın