Dinya

Ji Trump peyama "ne Îran ne jî Amerîka ji bo peymanê amade ye"

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê got ji ber ku Şînzo Abeyê Serokwezîrê Japonyayê Îran ziyaret kir memnun e lêbelê Îran jî Ameîka jî ji bo paymenê çêbikin amade nîne

Haydar Şahin  | 14.06.2019 - Rojanekırın : 15.06.2019
Ji Trump peyama "ne Îran ne jî Amerîka ji bo peymanê amade ye"

New York

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê got ji ber ku Şînzo Abeyê Serokwezîrê Japonyayê Îran ziyaret kir memnun e lêbelê Îran jî Ameîka jî ji bo paymenê çêbikin amade nîne.

Trump li ser hesabê Twitterê yê fermî serdana Îranê ya Abeyê Serokwezîrê Japonyayê ya ji bo rageşiya di navbera Îran û Amerîkayê da kêm bike û îstiqrara li Rojhilata navîn were pêkanîn nirxand.

Trump diyar kir ji ber ku Abe ji bo bi Ayetullah Elî Xameneyê serokê Îranê ra were ba hev li Îranê ye ji ber vê kêfxweş e û wiha got: "(Li gor min ji bo fikra çêkirina peymanê (di navbera Îran û Amerîkayê da) hê zû ye. Ne ew ne jî em amade ne."

Trump paşê jî vîdeoya daxuyaniya Mîke Pompeoyê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê li ser êrîşa dijî 2 tankerên Japonyayê ya li Kendava Umanê weşand û di vîdeoyê da Pompeo dibêje, "Li gor îstixbarata hat ber destê me sîlah û profesyoneliya êrîşê nîşan didin ku berpirsyarê vê êrîşê Îran a."

Ziyareta Îranê ya Abe û êrîşên li Kendava Umanê

Abeyê Serokwezîrê Japonyayê gotibû ji bo rageşiya di navbera Îran û Amerîkayê da kêm bikin û li Rohilata Navîn îstiqrarê pêk bînin Tehran ziyaret kir.

Elî Rebîlê Berdevkê Hikûmeta Îranê jî di daxuyaniya xwe da gotibû ji ber êrîşa li ser tankeran di nav fikaran da ne, hişyarî dabû welatên herêmê ku bira "bi lîstikên aliyên ji bêîstiqrariyê îstifade dikin nexapin".

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın