Ahmet Aydın
16 Îlon 2017•Rojanekirin: 17 Îlon 2017
BEXDA
Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm ji bo çareserkirina pirsgirêkan bangwaziya "diyaloga erênî" li Bexda û Hewlêrê kir
Li gorî daxuyaniya ji Serokomartiya Iraqê, Mesûm digel serekê hêza milîsên şîe Tûgayên Bedrê Hadî Amirî re civiya.
Di daxuyaniyê hat destnîşankirin ku Mesûm gotiye, "Divê hemû hewl bên dayîn ji bo yekîtiya neteweyî ya di navbera pêkhateyên Iraqî de bê parastin. Pêdivê ji bo çareserkirina pirsgirêkên di nava rêveberiya navendî û Hewlêrê de "diyalogeke erênî" bê destpêkirin.
Ji aliyekî din ve di nûçeyeke televizyona dewletê ya Iraqê de hat gotin ku Mesûm derbarê referandûma ku Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) plan dike bike de, digel herdu balyozên DYA û Brîtanyayê civiyaye û herdu balyozan ji Mesûm re pêşniyaz kiriye da diyalog di navbera Bexda û Hewlêrê de bê destpêkirin.
Mesûm heta nuha derbarê girjiya ku bi sedema referandûmê di nava Bexdayê û Hewlêrê de derketiye ti daxuyaniyek nedabû.
Tê çaverêkirin ku Serokomar Mesûm sibê beşdarî rûniştina parlementoyê bike û helwesta xwe ya derbarê referandûmê de ji parlementeran re rabigihîne.