16 Îlon 2017•Rojanekirin: 17 Îlon 2017
ANKARA
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku heger referandûma serxwebûnê ya ku Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) plan dike bi şidet were encamdan, ew ji bo midaxeleya leşkerî amade ne.
Ebadî di daxuayniya xwe de ya ku ji bo ajansa Associated Pressê kir anî ziman ku "Dema ku gelê Iraqî bi bikaranîna hêzeke derveyî hiqûqê bê tehdîtkirin, emê midaxeleya leşkerî bikin."
Heyder Ebadî plana referandûmê weke "girjiyeke talûke" ku rê li ber îxlala serweriya Iraqê vedike, bi nav kir û got, "Heger hûn li dijî destûrê bisekinin, li dijî sînorê Iraqê û herêmê bisekinin ev tişt dibe vexwendineke vekirî ji dewletê cîran re ku mafê serweriya Iraqê îxlal bikin û bi şiklekî talûke dibe sedema zêdekirina girjiyê."