Erbîl
Berpirsê ragihandina organîzasyonê Rêbîn Remzî ji Anadolu Agencyê re ragihand ku dê palawtin li stada navneteweyî ya Franso Herîrî ya li Erbîlê bête kirin. Dê tîmên çar welatan ên Iraq, Kuweyt, Pakistan û Bengladeşê ji bo beşdariya Qupaya Gêncên Neteweyên Asyayê bilîzin.
Remzî diyar kir ku; dê lîstik bi şêweyê dewrî û yek qonaxî bi rê ve biçin û di dawiya maçan de dê du tîm ji bo Qupaya Gêncên Neteweyên Asyayê bi ser bikevin.
Herwiha Remzî der heqê dema lîstikan de jî agahî da û eşkere kir ku dê maç di 8-10 û 10-12ê Cotmehê de bêne kirin.