Ahmet Aydın
09 Îlon 2017•Rojanekirin: 10 Îlon 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyip Erdogan, digel Serokê DYAyê Donald Trump peywendiyeke telefonî encam da.
Di peywendiyê de Erdogan û Trump bal kişandin ser hevkariya stratêjîk a Tirkiye û DYAyê û ji bo bihêzkirina îstiqrarê û xurtkirina têkiliyên dualî giringiya dewamkirina hevkariyê anîn ziman.
- Erdogan û Trump wê li New Yorkê bicivin
Hat ragihandin ku Serokomar Erdogan û Trump, di axaftina peywendiya telefonî de li hev hatine ku di çarçoveya Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li New Yorkê bicivin.