Zafer Fatih Beyaz
18 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2023
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Togga otomobîla xwemalî ya ewil a Tirkiyeyê diyariyê Şêx Temîm bîn Hamed Al Sanî kir.
Serokomar Erdogan û Al Sanî piştî hevdîtinên rû bi rû yên li Qesra Lusaîlê hevdîtina di navbera heyetan da kir.
Erdogan piştî hevdîtinan pêşî Togga bi rengê "Şîna Gemlîkê" diyariyê Al Sanî kir, herdu serokan demekî li hewşa Qesra Lusaîlê li Toggê nihêrin.
Erdogan bi Togga ku Al Sanî diajot derbasî avahiya ku hevdîtina rû bi rû hat kirin bû.
Mîrê Qeterê Al Sanî di dema hevdîtinê da goga ku Lîonel Messiyê fitbolîstê Arjantînî îmze kir û di fînala Kupaya Dinyayê ya 2022yan a FIFAyê da pê lîstin nîşanî Erdogan da.