Zafer Fatih Beyaz
18 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2023
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Dohaya paytextê Qeterê ku ji bo ziyareta fermî lê ye ji hêla Şêx Temîn bîn Hamed Al Saniyê Mîrê Qeterê va bi merasima fermî hat pêşwazîkirin.
Dema Erdogan hat Qesra Lusaîlê û ji wesayîta xwe peya bû Mîrê Qeterê Al Sanî pêşwazî lê kir.
Piştî ku Serokomar Erdogan û Al Sanî çûn cihê xwe yên di qada merasimê da sirûdên neteweyî yên herdu welatan hat lêxistin.
Erdogan bi Al Sanî ra qiteya merasimê teftîş kir û silav da eskeran. Piştî ku heyetên herdu welatan hatin teqdîmkirin Erdogan û Sanî derbasî hevdîtina rû bi rû bûn.
Di merasimê da Wezîrê Karên Derva Hakan Fidan, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mehmet Fatih Kacir, Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat, Cîgirên Serokê Giştî yê AK Partiyê Omer Çelik, Zafer Sirakaya, Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Serşêwirmendê Serokomariyê Balyoz Akif Çagatay Kiliç jî amade bûn.