Muhammet Kurşun
06 Hezîran 2017•Rojanekirin: 06 Hezîran 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê mijara Qeterê de li Nîvgirava Erebistanê bi telefonê bi gelek serokên welatan re axivî.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên Serokomariyê hatin wergirtin Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, der barê geşedanên mijara Qeterê de bi Emîrê Qeterê Şêx Temîm bîn Hemed Al Sanî, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, Emîrê Kuweytê Şêx Sebah Al Ehmed Al Sebah û Qralê Siûdiyê Selman bîn Ebdulezîz Al Siûd re bi telefonê axivî.
Di axaftinan de bal hat kişandin ser ehemmiyeta aştî û îstiqrarê li herêmê û ji bo tansiyona heyî dakeve giringiya dîplomasî û diyalogê ji bo çareseriya pirsgirêkan hat dubarekirin.
Hat ragihandin ku dê hewldanên Serokomar Erdogan der barê vê mijarê de dewam bikin.