İdris Sülün
06 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2021
Hat ragihandin, seroka têkçûyî ya Myanmarê Aung San Suu Çiiyê di doza yekemîn a ku ji ber çendîn tawanbarkirinan tê darizandin da 4 sal cezayê hebsê xwar.
Li gorî nûçeya BBCyê, seroka têkçûyî Suu Çii ji ber sedemên handana gel bo serhildanê û binpêkirina rêgezên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) sûcdar hat dîtin.
Suu Çiiya ku hemû tawanbariyên der heqê xwe da red kirin, bi 11 tawanbariyên cuda tê darizandin.
Nayê zanîn, Suu Çiiya di hebsa malê da ka dê bixin hebsê yan na.
Serokê Dewletê yê berê yê Myanmarê Win Myint jî bi heman tawanbariyan 4 sal cezayê hebsê xwar.
- Derbeya eskerî ya li Myanmarê
Artêşa Myanmarê piştî îdiayên ku di hilbijartina 8ê Mijdara 2020î da hîle hatiye kirin, ragihandibû ku ew ji bo salekê dest datîne ser rêveberiya welêt û 1ê Sibata 2021ê da artêşê derbe kiribû.
Artêşê seroka welêt ya niha û Wezîra Karên Derva ya Berê Aung San Suu Çii jî di nav da gelek rêvebirên partiya desthilat binçav kiribûn û salekê rewşa derasayî îlan kiribû.
Di encama midaxeleya biçek a artêşa Myanmarêya dijî xwepêşandêr û komên serhildêr da heta niha 902 kes hatin kuştin, bi hezaran xwepêşandêr jî hatin binçavkirin.
Li welêt li aliyekî çalakî dewam dikin, li aliyê din jî darizandina endamên hikûmetê di mehkemeya eskerî da dewam dike.