Aynur Şeyma Asan
06 Nîsan 2025•Rojanekirin: 07 Nîsan 2025
Ji ber erdhejên li Myanmarê yên bi mezinahiya 7,7 û 6,4an, hejmara miriyan derket 3 hezar û 471ê.
Li gorî nûçeya ku Xinhuayê spart rojnameya The Mirror ya li Myanmarê weşanê dike, li welêt hejmara kesên di erdhejên 28ê Adarê da mirin, zêde bûn.
Hejmara kesên ji ber erdhejê mirin derket 3 hezar û 471ê û her wiha 4 hezar û 671 kes jî birîndar bûn.
Ekîbên lêgerîn û xilaskirinê, xebatên xwe yên ji bo zêdetirî 200 kesên wenda, didomînin.
- Erdhejên li Myanmarê
Li nêzîkî herêma Sagaingê ya li naverasta Myanmarê di 28ê Adarê da bi mezinahiya 7,7 û 6,4an du erdhej çêbûbûn.
Erdhejên ku li welatên cîran Tayland û Çînê jî hatibûn hîskirin, li welêt bûbûn sedema wêranbûneke mezin.