Abdullah Tel
04 Îlon 2018•Rojanekirin: 04 Îlon 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric der heqê cezayê hepsê yê ku li Myanmarê li nûçegihanên Reutersê hat birîn da got: "Mehkûmkirina van rojnamegeran nayê qebûlkirin."
Du nûçegihanên ajansa nûçeyan a Reutersê hin belgeyên eskerî yên der barê Misilmanên Arakanî ku li Myanmarê bê darizandin dihatin înfazkirin da weşandin û ji ber vê jî li her yekî ji wan 7 sal cezayê girtinê hat birîn.
Dujarric der heqê mehkûmkirina rojnameger Wa Lone û Kyaw Soe Ooyê ku bi qasî 7 salan cezayê hepsê li wan hat birîn da daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: "Sekreterê Giştî (Antonio Guterres) îro rojnameger Wa Lone û Kyaw Soe Oo yên li Myanmarê hatin mehkûmkirin û heft sal ceza li wan birînê bi qisawet not digire. Guterres ji rayedaran dixwaze ku bila ji nû va li biryara xwe mêze bikin."
Di berdewamiya daxuyaniyê da Dujarric ragihand ku Guterres di bangewaziya xwe da dixwaze bila li Myanmarê ji bo hemû mafên mirovan rêzgirtin hebe.
Dadgeha Yangonê li Wa Lone û Kyaw Soe Ooyê ku bi qasî salekê ye girtî ne û ji ber binpêkirina Qanûna Sirên Dewletê heft sal ceza birîbû.
Herdu nûçegihan di 13ê kanûnê da li eyaleta Arakanê ji ber ku li ser wan nexşerêyeke cihekî û raporên eskerî hatibûn dîtin di çarçoveya Qanûna Sirên Dewletê da hatibûn girtin.
Tê gotin rêveberiya Myanmarê bi taybetî jî di mijarên ku artêşê eleqedar dikin da zexta li ser çapemeniyê zêde dike.
Li gor raporên NYyê ji 700 hezarî zêdetir Misilmanên ji Arakanê ji 25ê Tebaxa sala 2017an vir va li Myanmarê ji ber zilm û qirkirinê revîne û xwe spartin Bagladeşê.