Fatih Gazioğlu
04 Îlon 2018•Rojanekirin: 04 Îlon 2018
ABUJA
Li Nijeryaya ku dikeve rojavayê Afrîqayê di êrîşa biçek da 11 kes hatin kuşin, 12 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Berdevkê Polêsên Eyaleta Plateauyê Tyopev Mathîas daxuyanî da nûçegihanê AAyê û nasnameyên kesên ku êrîş kirine ne diyar e û wiha axivî:
"Piştî êrîşê em çûn cihê bûyerê, gelek cesed li erdê bûn. Me birîndar bilêz rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Josê."
Tyopev got der barê êrîşê da lêpirsin dane destpêkirin û hê tu kes nehatiye girtin.
Hefteya borî li eyletekê din dîsa êrîşek hatibû kirin û 8 kes hatibûn kuştin. Di heman êrîşê da 95 xanî hatibûn şewitandin qasî 310 jî dewarên gundiyan jî hatibûn dizîn.