Nihat Kavşut
26 Nîsan 2017•Rojanekirin: 26 Nîsan 2017
ANKARA
Serokomar Erdogan der barê operasyonên esmanî yên li Şengal û Qereçoxê hatin kirin da wiha axivî: "Operasyonên TSKyê yên li Şengal û Qereçoxê teqez li dijî pêşmergeyan nînin. Jixwe berê Birêz Barzanî di vê mijarê da hatibû agahdarkirin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan daxuyanî da Reutersê û der barê rojevê da axivî.
Erdogan li ser pirsa biryara "çavdêriya siyasî" ya Meclisa Parlementeran a Konseya Ewropayê (AKPM) destnîşan kir roja yekşemê li Fransayê hilbijartin hat kirin û got ev hilbijartin jî di şert û mercên rewşa derasayî da hat kirin.
- "Em endamên rêxistina terorê yên ketine saziyên dewletê paqij dikin"
Serokomar Erdogan diyar kir li Fransayê sal û nîvek e rewşa derasayî heye û wiha xeberda: "Tenê li dijî rêxistineke terorê -ji ber bûyereke terorê ya 15-20 kes mirin- rewşa derasayî hat îlankirin. Roja yekşemê li Fransayê hilbijartin hat kirin û ev hilbijartin jî di şert û mercên rewşa derasayî da hat kirin. 15 roj bi şun da dîsa hilbijartin heye û wê ev jî di rewşa derasayî da bê kirin. Der barê Fransayê da çima şertekî wiha danaynin? Li dijî xirabkirina Tirkiyeyê hewla derbeyê hat kirin. Li dijî vê rewşa derasayî heye. Em endamên FETOyê yên di artêş û ewlehiyê da ne paqij dikin. Em endamên rêxistina terorê yên ketine saziyên dewletê paqij dikin."
- "Em vê biryarê qebûl nakin"
Erdogan destnîşan kir dema Almanyaya Rojhilat û Almanyaya Rojavayê bûn yek ji 500 hezarî zêdetir kes ji dewletê hatin paqijkirin û wiha got: "Kesî ji vê ra dengê xwe derxist? Niha biryara li dijî Tirkiyeyê biryareke siyasî ye. Em vê biryarê qebûl nakin."
- "Operasyonên TSKyê li dijî pêşmergeyan nînin"
Serokomar Erdogan li ser pirsa der heqê operasyonên esmanî yên li Şengal û Qereçoxê hatin kirin da wiha axivî: "Operasyonên TSKyê yên li Şengal û Qereçoxê teqez li dijî pêşmergeyan nînin. Jixwe berê Birêz Barzanî di vê mijarê da hatibû agahdarkirin."
Erdogan diyar kir Rûsya û DYA jî berê di vê mijarê da hatibûn agahdarkirin û wiha got: "Operasyon qederê 45 deqîqe ajot. Di operasyonan da hedef hatin îmhekirin. Wek mayîn agahî hat di operasyonan da 5-6 pêşmerge hatine kuştin. Helbet me nedixwest wiha bibe, lê berê hatibûn agahdarkirin û em ji ber vê encamê xemgîn in."