İbrahim Atmaca
18 Îlon 2018•Rojanekirin: 19 Îlon 2018
CENEVRE
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku artêşa Myanmarê (Tatmadaw) û Bûdîstên tundraw ji 5 bendên peymana komkujiyê ya NYê 4 bend li dijî misilmanên Arakanî sepandin.
Mîsyona Lêkolîna Serbixwe ya Myanmarê ya Navneteweyî ku NYê ava kir, di 27ê tebaxê da di salvegera yekemîn a komkujiya ku misilmanên Arakanî rast hatin da rapora "komkujiyê" weşandibû. Mîsyonê cardin rapor bi hûrgiliyan va weşand.
Rapor ji 444 rûpelan pêk tê û tê da qala "komkujî", "sûcên dijî mirovahiyê" û "sûcên şer" ên li eyaleta Arakanê tê kirin.
Di raporê da wiha hat gotin:
"Li eyaletên Arakan, Kaçîn û Şanê di binpêkirina mafên mirovan û sûcên navneteweyî da kiryarê sereke Artêşa Mynmarê (Tatmadaw) ye. Sererkanê Myanmarê Min Aung Hlaing û fermandarên payebilind divê li mehkemeyeke pêbawer a navneteweyî ji ber sûcên komkujî, sûcên dijî mirovahiyê û sûcê şer hesab bidin û werin darizandin."
Di raporê da ji bo ku berpirsyar bê ceza nemînin, bi awayekî acil banga destberhildanê hat kirin.
Di raporê da hat destnîşankirin ku artêşa Myanmarê û sivîlan (Bûdîstên tundraw) ji 5 bendên peymana komkujiyê ya Peymana Astengkirin û Cezakirina Sûcên Komkujiyê ya NYê 4 bend li dijî misilmanên Arakanî sepandin.
Di raporê da li dijî jinên misilman ên Arakanî qala şideta cinsî hat kirin û hat gotin ku keç û jinên ku emrê wan di navbera 13 û 25 salan da ne, rastî destdirêjiyê hatin, hin mêrên ku rastî destdirêjiyê hatin jî hatin kuştin.
Dema ku diya wan rastî destdirêjiyê hat, zarok jî hatin kuştin an jî hatin birîndarkirin.