BERLÎN
Serokomarê Misrê Evdilfetah es-Sîsî di dema serdana xwe ya fermî de li Almanyayê hat protestokirin.
Sîsî ji bo hevdîtinên fermî hat Almanyayê û balafira ku pê hat jî li Balafirgeha Berlîn Tegelê ya eskeriyê danî.
Serokomarê Misrê derbasî Otêla Adlonê ya ku wê lê bimîne bû û li ber derê wê otêlê jî protesto hat kirin, Sîsî û kesên pê re bûn ji bo bi çalakvanan re rastî hev neyên di deriyê paşîn ê otêlê de ketin hundir.
Çalakvanan tîşortên ku li serê nîşana Rabîayê hebû li xwe kiribûn û dirûşmeyên wek "Sîsî derkeve derve", Zarokên me dixwazin bijîn Merkel çima tiştekî nabêje?", "Kujerê zarokan Sîsî serokê me Mûrsî ye" hatin berzkirin.
Li ber deriyê otêla ku Sîsî lê dima tewdîrên ewlehiyê yên berfireh hatin girtin û hin kesên din jî li ber otêlê dirûşme berz kirin û piştgirî dan Sîsî.
Serokomarê Misrê Sîsî bi Serokomarê Almanyayê Joachîm Gauck û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel re wê bê bal hev.