HARTUM
Hat ragihandin ku li Sûdanê Serokê Dewletê Omer el-Beşîrê ku di meha nîsanê de ji sedî 94 ray girtûbû û cardin hatibû hilbijartin hikûmet fesh kir.
Di nûçeya ajansa fermî ya Sûdanê de hat gotin ku Beşîr 7 alîkarê xwe jî ji wezîfeyê hilda.
Li Sûdanê ji bo Serokê Dewletê Omer el-Beşîrê ku di meha nîsanê de ji sedî 94 ray girtibû, duh li parlementoyê merasima sondxwarinê hatibû li dar xistin.
Beşîrê ku 25 sal e serokatiya Sûdanê dike duh di axaftina xwe de gotibû ku ew ê di navbera kesên ku ray dane wî, nedane wî an jî ew boykot kirine de tu cudakariyê neke.