Önder Beyter
07 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2021
Berdevka Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê got ku pergala hilbijartinê ya Amerîkayê kevn bûye û bersivê nade standardên demokratîk û nûjen.
Zaxarovayê di daxuyaniya xwe da li ser biserdagirtina Kongreyê sekinî ku li paytextê Amerîkayê Washingtonê protestovanên ku xwepêşandana piştgiriya Serok Donald Trump li dar xistibûn, ji barîqatên ewlehiyê derbas bûbûn û ketibûn hundirê avahiya Kongreyê.
Zaxarovayê diyar kir ku bûyerên li Washîngtonê "mijareke navxweyî ya Amerîkayê ye" û wiha got, "Pergala hilbijartinê ya Amerîkayê kevn bûye, firsendê dide binpêkirinên bêhejmar û bersivê nade standardên demokratîk û nûjen."
Zaxarovayê her wisa bal kişand ku li Amerîkayê medya jî bûye amûrê milmilaneya siyasî ku civakê perçe dike û wiha got, "Em hêvî dikin ku gelê Amerîkayê yê dost vê kêliya dramatîk a di dîroka xwe da bi awayê ku lê tê derbas bike."