Türkan Tosun
07 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2021
Amerîkayê di sala nû da alîkariya wesayîtên eskerî da Pêşmergeyên li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI).
Amerîkayê berê jî alîkarî dabû Wezareta Pêşmergeyan ku ev alîkarî jî wek berdewamiya wê ye.
Wesayît li Hewlêrê piştî merasimeke dewirkirinê hatin teslîmkirin.
Der barê hejmara wesayîtan da agahî nehat dayîn, lê di merasimê da bi dehan wesayîtên bizirx yên ku cureya wan Humvee ye û ambulans hatin dîtin.
Serokwezîrê Iraqê Misfeta El Kazimî duh daxuyandibû ku eskerên Amerîkayê yên mayî wê ji welêt derkevin, ev alîkarî piştî daxuyaniya Kazimî hat kirin.
- Alîkariyên Amerîkayê yên ji bo pêşmergeyan
Amerîkayê di 10ê Mijdara 2020î da di çarçoveya alîkariya pêşmergeyan ya 250 milyon dolarî da wesayîtên bizirx û teçhîzat dabû pêşmergeyan.
Di nav van da 150 wesayîtên bizirx ên Hummer, wesayîtên barkişandinê yên eskerî, tankerên sotemeniyê, çekên modern û alavên lojîstik hebûn.
Amerîkayê di 16ê Îlona 2020î da jî wesayîtên bizirx û melzemeyên lojîstîkê şandibû du tugatên pêşmergeyan.