Türkan Tosun
27 Nîsan 2017•Rojanekirin: 28 Nîsan 2017
MOSKOVA
Serokê Daîreya Tevgera Eslî ya Sererkaniyê ya Rûsyayê Sergey Rudskoy daxuyand ku ew li Sûriyeyê bi Emrîkayê re rasterast di temasê de ne.
Rudskoy di Konferansa Ewlehiya Navneteweyî ya Moskovayê ya ku ji hêla Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ve hat lidarxistin de axivî û der barê çalakiyên leşkerî yên Rûsyayê de agahî da.
Rudskoy anî ziman piştî ku Emrîkayê li Sûriyeyê êrişî baregeheke rejimê kir Rûsyayê peymana ewlehiya esmanî yekalî da sekinandin û wiha axivî: "Berê li gor vê peymanê hevkarî hebû, lê niha rewş guherî. Şûna vê em rasterast xetên telefonan dixebitînin. Ev xebat ji bo ewlehiya balafirên ku li qada esmanî ya Sûriyeyê ne tê kirin."
Rudskoy got ku balafirên Rûsyayê heta niha 23 hezar caran zêdetir li Sûriyeyê firîne û 77 hezar êrişên esmanî kirine.
Rudskoy got ku Rûsya hêzên xwe yên li Sûriyeyê kêm dike, ji ber vê jimara firoke û balafirên li Baregeha Himeymîmê nêvî paşva kişandine.