Dinya

Rûsya gefê dixwe ku deriyê sînor ê Oncupinarê bide girtin

Neteweyên Yekbûyî ji meha çileya paşîn vir va ji Oncupinarê 1613 alîkariya konvoyê şand

Türkan Tosun  | 07.07.2020 - Rojanekırın : 08.07.2020
Rûsya gefê dixwe ku deriyê sînor ê Oncupinarê bide girtin

New York

 Ji du deriyên sînor ên vedibin Babusselameyê û alîkariya mirovî ji vir dişînin Sûriyeyê jê yek deriyê sînor ê Oncupinarê ye ku Rûsya li hemberî Tirkiyeyê gefê dixwe ku wê bigire.

Ji bo ku alîkariyê bişînin Sûriyeyê biryara Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) hewce dike. Ji sala 2014an vir va li gor biryara KENYyê alîkarî tên kirin ku dema wê di 10ê Tîrmehê da diqede.

Dema alîkariyê dişînin Sûriyeyê ji du deriyên sînor ên Tirkiyeyê Oncupinarê û Cîlvegozuyê dişînin.

Neteweyên Yekbûyî dixwaze alîkariya ji bo Îdlibê tê kirin saleke din jî bê kirin.

Rûsyayê 4 deriyên sînor ên ku alîkarî ji vir dihatin şandin daxiste duduyan. Niha jî gefê dixwe û dibêje heqê wê yê vetoyê heye ku ew biryara KENYyê betal bike û gefê li Tirkiyeyê dixwe ku ewê deriyê sînor ê Oncupinarê ya ji Babusselameyê ra vedibe wê bigire.

Li gor YEyê 3 milyon kesên li Îdlibê dijîn jê hewcedariya ji sedî 70 alîkariyê heye.

Alîkarê Sekreterê Gişyî yê Ji karên Mirovî Berpirsyar e yê YEyê Mark Lowcock gotibû li Îdlibê û derûdora wê hewcedariya xurek, derman heye, zarok têra xwe naxwin û mezin nabin, dayikên Sûriyeyê ji bo ku zikê wan têr bikin pincarê dikelinin û divê alîkariya mirovî hê 12 mehan dîsa dewam bike.

Ofîsa Kordînasyona Karên Mirovî ya NYyê (OCHA) jî ji nûçegihana AAyê ra got ji Çileya Paşîn vir va jê 1613 ji deriyê sînor ê Oncupinarê 8 hezar û 468 alîkariya mirovî ji Sûriyeyê ra hatiye şandin. Di nîsan û gulanê da jî wan xwe gihandiye 1,3 milyon Sûriyeyiyan.

Heke deriyê sînor ê Oncupinarê bê girtin di têkoşîna dijî terorê ya Tirkiyeyê da jî alîkariyên ku dişandin herêmên operasyon lê tê kirin wê pirsgirêk çêbibe.

Par jê 2 heb li Tirkiyeyê tevahî 4 deriyên sînor hebûn ku alîkarî dişandin Sûriyeyê. Lê ji ber vetokirina Rûsya û Çînê 2 derî betal bûn. Deriyê sînor ê Er-Remse ya di navbera Sûriye û Urdunê da û deriyê sînor ê El-Yarubiyyeyê ya di navbera Sûriye û Iraqê da hatibûn girtin.

Biryara KENYyê her sal ji bo 12 mehan nû dibe, lê ji ber ku Rûsyayê îtiraz kiribû dema wê dakete 6 mehan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın