Dinya

Qatar: Li herêmê ji rûyê Îsraîlê va pêvajoya aştiyê naçe serî

Wezîrê Karên Derve yê Qatarê Evdirehman El Sanî got: "Li herêmê ji rûyê Îsraîlê va pêvajoya aştiyê rastî astengiyan tê lewra ew hemû peyman, rê û rêgezên navneteweyî tune dihesibîne."

Abdullah Tel  | 07.07.2020 - Rojanekırın : 08.07.2020
Qatar: Li herêmê ji rûyê Îsraîlê va pêvajoya aştiyê naçe serî

Doha

 Wezîrê Karên Derve yê Qatarê Evdirehman El Sanî diyar kir ku li Rojhilata Navîn ser û sedemê pêvajoya aştiyê ya naçe serî Îsraîl e û destnîşan kir ku ew hemû rê û peymanên navneteweyî tune dihesibîne.

El Sanî bi pergala vîdeokonferansê beşdarî 9emîn Foruma Hevkariya Çîn-Erebê ya ku di asta wezîran da civiyan, bû. Di konferansê da li ser qeyrana Libya, Yêmen û Sûriyeyê dewam dike hat sekinîn.

Di axaftina xwe ya ji ser vîdeokonferansê da El Sanî got: "Li herêmê ji rûyê Îsraîlê va pêvajoya aştiyê rastî astengiyan tê lewra ew hemû peyman, rê û rêgezên navneteweyî tune dihesibîne."

El Sanî bal kişand ser pirsgirêka Filistînê û diyar kir ku ev mijar ji berê va di rojeva Çîn û alema Ereban da cih digire û got ku pêk hatina îstiqrarê û pêşeroja dinyê girêdayî aştiyê ye.

Foruma Hevkariya Çîn-Ereb di sala 2004an da ji bo di qada aborî, siyasî, çandî û têkîliyên navneteweyî da hevkarî pêk bê hatibû avakirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.