İbrahim Atmaca
07 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2020
Pisporê Siyaset û Ewlehiyê yê Iraqî Hîşam el-Haşimî li Bexdayê di êrîşa çekdar da hat kuştin.
Serokê Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel a Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê Saad Maan daxuyanî da û diyar kir, Haşimî li Bexdayê bi destê kesên ku nasnameya wan hê ne diyar e rastî êrîşa çekdar hat û hat kuştin.
Haşimî herî dawîn der barê tayînkirinên saziyên eskerî û ewlehiyê yên Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî da daxuyanî dabû Ajansa Anadoluyê.