KÎEV
Li duyemin Kharkîva bajarê herî mezin ê Ukraynayê di navbera xwepêşanderên piştgirê hikûmetê û yên piştgirê rûsan de pevçûn derket. Di pevçûnê de 2 kes mirin.
Li Qada Azadiyê ya bajarê Kharkîva ku lê ji bilî ukraynayiyan gelek rûsî jî dijîn, di navbera xwepêşandarên piştgirê rûsan û kesên nasnameya wan nediyar de pevçûn derket. Pişt re pevçûn mezin bû û xwepêşandarên piştgirê rûsan êrîşî ofîsên komeleya “Prosvîta” û "Welathezên Ukraynayî" yên li ser kolanê kirin. Di êrîşê de 2 kes mirin û nêzÎkî 10 kesî jî birîndar bûn.
Şahidê bûyerê gotin ku ji aliyê Kolana Rimarskiyê ve dengê çek û teqînan hatiye û hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê rêyên girêdayê kolanê ji tarfîkê re girtin û operasyon dan destpêkirin.
Hat diyarkirin ku ji bilî hêzên ewlehiyê ambulans û wesayitên agirkujiyê jî hatin cihê bûyerê.