Önder Beyter
24 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2018
ANKARA - Metîn Mutanoglu
Eşkere bû ku nivîskarê Washington Postê û rojnameger Cemal Kaşikçi ku di 2yê cotmehê da ji bo miemeleyên fermî çû Konsolosxaneya Erebistana Siûdî li Stenbolê û paşê tu xeber jê nehat standin, bi destê ekîbên taybet ên Siûdî hat kuştin. Rêveberiya Erebistana Siûdî jî ev kiryara kuştinê qebûl kir.
Gelo Kaşikçi dê çima hatibûya kuştin? Li gorî civaknas Prof. Dr. Yasîn Aktay ku ji hevalên rojnamegerê Siûdî û Şêwirmendê Serokê Giştî yê AK Partiyê ye, rêveberiya Siûdî, Cemal Kaşikçi wekî mirovekî wisa didît ku dikare mixalefetê rêxistin bike. Ev rol li pey wî xistibûn. Lêbelê wî tuwextî kirasekî wiha li xwe nekiribû.
Aktay wiha dibêje, “Gelo ev guman ji kuderê derket? Ez wisa difikirim ku sedemê vê gumanê, hinekî ji ber tirsonekiyê ye û hinekî jî ji ber paranoyayê û paranoyaya desthelatê ye.”
Kaşikçi mensûbê malbateke xwedan dîrok e. Ji welatiyên Erebistana Siûdî bû ku bi hezaran in û bi eslê xwe Tirk in. Ev 1,5 sal bû li Washingtonê dijiya. Roja ku hat kuştin, amadekariyên fermî dikir ku bi akademîsyen û welatiya Tirk Hatîce Cengîzê ra ku pê ra çûbû konsolosxaneyê, bizewice. Jixwe sedemê çûyîna wî ya Konsolosxaneya Erebistana Siûdî jî ew bû ku belgeya ew û jina xwe ya berê ji hev veqetiyane, bistîne.
Ji xeynî vê, pirî caran ji bo wan civînan dihat Stenbolê ku tê da nîqaş dihatin kirin bê ka alema Îslamê çawa dikare ji qeyranên ku tê da ye, xilas bibe.
Prof. Yasîn Aktay wiha dibêje, “Stebol ji bo alema Îslamê û dinyayê navendeke girîng e. Êdî der heqê alema Îslamê da gelek civîn li Stenbolê tên kirin. Hema tu bêje li Tirkiyeyê mehê civîneke bi vî rengî çêdibû û Kaşikçi jî dihat vexwendin.”
- “Tirkiye ji bo alema Erebî wekî nimûne didît”
Rojnameger Cemal Kaşikçi piştî ku bihara Erebî qewimî û bayê demokrasî û azadiyê rabû, pir hêvîdar bûbû. Li Misrê, li Libyayê û li Yêmenê li ser babeta ku dê serdemeke nû dest pê bike, nivîs nivîsîn û xebardan kirin. Li gorî wî, alema Îslamê bi tenê bi demokrasiyê dikaribû pirsgirêkên xwe çareser bikirana. Gavên demokratîk û geşepêdana aboriyê yên li Tirkiyeyê kelecana wî radikir. Digot, Tirkiye bi vî awayî dê ji bo alema Îslamê bibe nimûne.
Prof. Yasîn Aktay nêrînên xwe wiha tîne ziman, “Digot, Tirkiye bi taybetî bi pêşketina xwe ya di warê aborî û demokrasiyê da ji bo alema Erebî bûye nimûneyeke baş û ji ber vê çendê jî hemû alema Erebî çi zû çi dereng dê di tesîra vê modelê da bimîne û dê ber bi ciyekî da biçe. Wî jî dizanibû, tu modeleke dîrokî mirov nikare yek bi yek li ser ciyekî din bisepîne. Lêbelê ew jî pê beled bû, bayekî ku ji Tirkiyeyê rabe dikare wê derê jî hênik bike û ev yek carinan ji bi van dianî ziman.”
Hêviya Cemal Kaşikçi, li gelek welatên ku rêveberiya Erebistana Siûdî jî tevda ye, şikestin xwar. Aktay wiha dibêje, “Di pêvajoya Bihara Erebî da di hin mijaran da wekî welatê xwe nedifikirî. Ev nêrînên mixalif sedemeke wiha nebû ku divê were bêdengkirin. Wekî rojnamegerekî mixalif tê pênasekirin, lêbelê ev yek di 1,5 salên dawîn da wekî etîketekê pê va zeliqî. Beriya vê, pêwendiyên wî yên pir baş hene. Li pey alternatîfekî nebû. Rêveberiya niha ya Erebistana Siûdî, Cemal Kaşikçi ne bi tenê wekî rojnamegerekî mixalif, herwiha wekî mirovekî wiha dît ku kapasîteya wî heye ku mixalefetê rêxistin bike. Ev rol jî li pey xistin. Ev bi tenê rolek e ku hizra wê hatiye kirin. Ji xeynî malbata Siûdî li pey malbat û qralekî din nebû. Çawa ku li Îngiltereyê qraltiyek heye, herwisa fikra wî jî ew bû ku li Erebistana Siûdî jî dê ev qraltî dewam bike. Lêbelê çawa li Îngiltereyê heye, wî dixwest ku rêveberiyeke bêtir demokratîk a ku zêdetir rêza wê ji bo mafên mirovan heye, hebe.”
- “Pir bi welatê xwe bawer bû”
Aktay got ku wî di nivîsa xwe ya li ser kuştina Cemal Kaşikçi da behsa wê yekê kir ku ka Kaşikçi çima di vê bûyerê da mir û di vir da xeletiyeke çawa kir.
Aktay bal kişand ku baweriya Kaşikçi pir bi welatê wî hat û wiha dewam kir, “Bi wê yekê zehf bawer bû ku xelkê welatê wî dê xirabiyeke wiha pê nekin. Bi Tirkiyeyê bawer bû. Baweriya xwe pê anî ku dê li Tirkiyeyê bûyereke bi vî rengî neqewime. Lewra baş dizanibû li welatekî wekî Tirkiyeyê ku dewleta hiqûqê ye, dewleta qanûnê ye û hêz û şiyana polêsan zêde serkeftî ye, kes nikare teşebus bike û wî birevîne. Yek jî konsolosxane. Baweriya xwe bi tiştekî anî ku însanekî herî ji rêzê jî baweriya xwe pê tîne. Vê baweriyê şikestin xwar.”