HEWLÊR
Rêveberiya Herêma Kurdistana Federal a Îraqê(RHKFÎ) bi hinceta ku deriyê sînorê Suriyê yê Sêmalkayê hatiye girtin, bi dirûşme û pankartan li bajarê Hewlêrê hat şermezarkirin.
Koma ku ji nûnerên ji partiyên mûxalefetê Partiya Goran, Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistan, Partiya Paşerojê û endamên saziyên sîvîl pêk hat, li ber avahiya Serokatiya RHKFÎyê civiyan. Endamên komê, bi hinceta ku deriyê sînor ê Sêmalkayê nayê vekirin, bi dirûşme û pankartan RHKFÎ şermezar kirin.
Ji xwepêşandêran Farîs Huseyîn, ji AAyê re daxuyand ku dixwazin deriyê sînor ê Sêmalkayê were vekirin û wiha dewam kir: "Li gel zilma li Sûriyê deriyê sinor girtî ye, em vê yekê şermezar dikin. Ji Hikûmeta Kurdistanê daxwaza me ew e ku hesas tevbigere.
Ji aliyê din ve ji Buroya Çapemeniyê ya Wezareta Karên Hundir a RHKFÎyê bi daxuyaniyeke nivîskî hat gotin ku deriyê navborî tu caran nehatiye girtin. Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Deriyê sînor ê Sêmalkayê ji bo alîkariya îsanî vekirî ye û dê neyê girtin. Yên ku dibêjin 'derî hatiye girtin' tenê bangeşeya sîyasî dikin û gel dixapînin."