06 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2016
ÎDLIB
Hat ragihandin ku teyareyên şer ên artêşa Sûriyeyê êrîşî Îdlibê kirin û di êrîşê da 11 kes mirin.
Leys Farisê ji rayedarên parastina Îdlibê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku teyareyên artêşê bombe avêtin ser ciyekê li başûrê Îdlibê yê ku di destê mixalifan da ye.
Faris destnîşan kir ku di êrîşê da 11 sivîlên ku di nav wan da jin û zarok hene mirin, gelek kes jî birîndar ketin, ekîbên parastina sivîlan ji bo ku kesên di binê xirabeyan da man xilas bikin dixebitin.
Do hêzên rejimê êrîşî bajaroka Kefir Neblê û navçeya Maret el Numana girêdayî Îdlibê kiribûn û di êrîşan da 53 sivîl miribûn.