05 Gulan 2016•Rojanekirin: 05 Gulan 2016
ŞAM
Pîştî ku DYA û Rûsya li hev hatin ku Heleb jî bikeve nava peymana rawestandina şer, artêşa rejima Beşşar Esed, nûçeya ku li Helebê ji bo maweya 48 seatan agirbest hatiye ragihandin, rastand.
Li gorî daxuyaniya ku di Îxbariyeya qenala televizyona fermî ya Sûriyeyê da hat weşandin, agirbest îşev seat 01.00ê şûnda dest pê kir.
Wezareta Karê Derva ya DYAyê ragihandibû ku "ji bo nehiştina tundî û rawestandinda pevçûnan li Sûriyeyê, DYA û Rûsya lihev hatin ku ew peyman ber bi navenda Helebê va bê berfirehkirin."
Di daxuyaniyê da hat gotin jî "Pîştî ku seat 01.00ê bi seata Şamê peyman cîbicîh bû, li hinek cîhan kurt jî be hat dîtin ku tundî kêm dibe."