01 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2020
Rejima Beşşar Esed li Îdlibê êrîşî dibistanekê kir û di êrîşê da 4 jê zarok, 8 sivîl hatin kuştin.
Rejima Esed di roja ewil a sala nû da li başûrê Îdlibê bi bombeya mîsketê va êrîşî dibistaneke bajaroja Sermînê ya li ser navçeya Seraqîbê kir.
Li gor agahiya ku ji ekîbên Parastina Sivîl a Îdlibê (Kumspî) hat hildan, di êrîşa ser dibistana Selame Abbûdê da 4 jê zarok, 8 sivîl hatin kuştin, 20 sivîl birîndar bûn.
Parastina Sivîlan li cihê bûyerê xebatên lêgerîn û xelaskirinê didomînin û birîndaran radikin nexweşxaneyan.

Dibe ku jimara kuştiyan zêdetir bibe.
Ji aliyê din va li gor mala çavdêriya balafiran a mixalifan, balafirên şer ên Ûris jî êrîşî navenda Îdlibê û gundên Kefer Secne û Marşîmşeyê kirin.
Teyareyên Ûris di deqîqeyên ewil ên sala nû da jî li Îdlibê xistibû, navenda bajêr û Kefer Secneya gundê li ser navenda Îdlibê bûbûn hedefa êrîşên esmanî.

- Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya li Îdlibê
Bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, hema bêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e. Vê gavê bi koça navxweyî va nifûsê Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.

Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da Îdlib û derdora wê wek "Herêma Kêmkêkirina Rageşiyê ya Îdlibê" îlan kiribû.
Piştî êrîşên hêzên rejimê Tirkiye û Rûsya ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn. Di 17ê îlona 2018an da di navbera Tirkiye û Rûsyayê da li Soçiyê mitabaqat hat îmzekirin û ji mitabaqatê vir va rejim û Rûsya êrîşên xwe didomîne û di êrîşan da heta niha ji hezar û 300î zêdetir sivîl hatin kuştin.
Sivîl ji cihên ku êrîş lê zêde ne koçî cihên aramtir, bi taybetî jî nêzî sînorê Tirkiyeyê dikin. Jimara kesên ku koçî van herêman kirin jî di nav 2019an da ji milyonekî derbas bû.