Fatih Gazioğlu
27 Sibat 2018•Rojanekirin: 27 Sibat 2018
XÛTAYA ROJHILAT/ANKARA
Rejima Beşar Esed digel biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) û agirbesta 5 saetan ya ku Rûsya jî arîkariyê dide, dîsa jî êrîşên xwe didomîne.
Li gor çavkaniyên Parastina Sivîl, rejima Esed digel biryara ku KENYê da ku li Sûriyeyê li gorî saeta Rûsyayê ya herêmî di navbera saet 09.00 û 14.00an (TSÎ 10.00-15.00) êrîş neyên kirin dîsa jî li Xûtaya Rojhilatê xist.
Hêzên rejimê di saet 10.30an de bi topan va êrîşî herêmên Xûtaya Rojhilatê ên Duma, Xamuriye, Sebqa, Beyt Sawa û Mercê kirin.
Di êrîşan de sivîlek hat kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Sergey Şoyguyê Wezîrê Parastina Rûsyayê duh daxuyaniyek dabû û gotibû Serok Putîn telîmat daye ku di navbera saet 09.00 û 14.00an de li Xûtaya Rojhilat pevçûn çênebin û 'bêhnvedaneke însanî' bê dayîn.
Di civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de 24ê sibatê biryar hatibû dayîn ku mehekê bila agirbest çêbibe da ku alîkariya mirovî bigihêje Sûriyeyê û bi taybetî li Xûtaya Rojilat nexweşên giran û birîndar bên texliyekirin.