Nihat Kavşut
22 Tebax 2017•Rojanekirin: 22 Tebax 2017
HEWLÊR
Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê destnîşan kir referanduma di 25ê îlonê da wê neyê taloqkirin û got ev heqê me yê tebiî ye.
Barzanî li Hewlêrê li Salona Konferansê ya Saad Ebdullah bi nûnerên saziyên civakî û sendîkayan ra hat bal hev û der barê referanduma serxwebûnê da axivî.
Mesûd Barzanî der barê bertekên hin dewletan yên ji bona referandumê da wiha got: "Ez ji ber daxuyaniyên hin dewlet û gelan ku dibêjin 'dema referandumê nîne' diheyirim. Ev sûc û guneh nîne! Ev tiştekî demokratîk û aştiyane ye. Em heqê xwe yê tebiî bi cî tînin. Di rastiyê da astengkirina daxwaza gelekî sûc e."
Barzanî diyar kir referandum nayê taloqkirin û wiha xeberda: "Heger alternatîfeke ji referandumê baştir hebe bila kerem bikim, em ê benda 140an (statuya herêmên binîqaş yên di destûra bingehîn da) bi cî tînin. Heger bibêjin em ê ji pêşmergeyan ra piçek pere bişînin ev nabe. Ev wê çend meh dewam bike û cardin rewşa berê derkeve holê. Her kes baş dizane ku teref ji hev bawer nakin. Em ê referandumê taloq nekin."
Mesûd Barzanî bertek nîşanî daxuyaniyên ku dibêjin referandum ji bo Iraqê gef e û di destûra bingehîn da hikmekî wiha tuneye û wiha got: "Ji bo yekîtiya Iraqê di destûra bingehîn da wiha tê gotin: 'Heger qanûn bi cî werin yekîtî çêdibe.' Ji bo ev bikeve destûra bingehîn me zehf nîqaş kir. Niha jî wiha dibêjin: 'Di destûra bingehîn da bendeke heqê referandumê dide tuneye.' Gelo kîjan hikm û benda destûra bingehîn destûrê dide ku budçeya me bê birîn?"