ERBÎL
Hat ragihandin ku "Heyeta Sûriyeyê" ya ku li ser daxwaza serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqa Federal (RHKIF) Mesud Barzanî hatibû avakirin, ji bo ku pevçûnên di navbere hêzên PYDê û eniya Nûsrayê û îdiayên der barê qetliyama li ser kurdan bixebitin, rapora xwe temam kir.
Endamê heyetê yên ku rapor amade kirin û endamên Komîsyona Amadehiyê ya Konferansa Neteweyî ya Kurdan li Hewlerê Otela Dîwanê hatin li cem hev. Hat ragihandin ku Komîsyona Amadehiyê li ser raporê xebitî û rapor bi halê dawîn ve hate amadekirin.
Endamê Komisyonê Kemal Kerkûkî piştî hevdîtina ku bêyî çapemenî hate lidarxistin daxuyaniyek da. Kerkûkî diyar kir ku ji bo ev bûyerên her tim bi awayên cuda cuda tên pêşberî me werin fêmkirin heyet li ser daxwaza Barzanî ava bûye û heyetê piştî lêkolînan rapora xwe amade kiriye.
Kerkukî ragihand ku rapor wek du kopya hatiye amadekirin ku yek dê pêşkeşî Barzanî bibe û ya din jî dê pêşkeşî Komîteya Amadehiyê ya Konferansa Neteweyî ya Kurdan ya ku dê heta 28ê tebaxê bicive bibe û wiha got: "Heyet çû li Sûriyeyê lêkolînên xwe kirin. Rapora ku amade kirine pir bihûrgilî û xurt e. Raporeke ku her kes dê pê kêfxweş bibe hatiye amadekirin."
Kerkûkî diyar kir ku ew nikarin der barê raporê de agahiyan bidin û wiha axivî: "Di civîna komîteya amadehiyê de, dê li ser raporê bê axaftin. Heke pêwîst be agahî dê ji raya giştî re bên dayîn. Serok Barzanî xwestibû ku ewil ew raporê bibîne."