ERBÎL
Li gor agahiyên ku nûçegîhanî AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê girt, Şêxê Eşîra el-Bu Bedranê el Bedranî duh şev li herêma Dewratul Mahatta ya ku li başurê Misûlê ye, dema ku ji wesayita xwe dadiket bi dest kesên nasnameyê wan ne diyar e hat kuştin.
Gor agahîdayîna kesekî ji ewletiyê, serheng Dawud Abbas jî duh şev li meheleya Muhendisan bi destê kesên nasnemeya wan ne diyar hat kuştin.
Çavkaniyên fermî der heqî bûyerê de tu daxuyanî nedan.