Meiramgul Kussainova
05 Sibat 2023•Rojanekirin: 05 Sibat 2023
Rûsyayê ji Îstgeha Fezayê ya Baykonurê ya li Kazakistanê peyka hidrometeorolojik ya bi navê "Elektro-L"yê şand fezayê.
Şandina peykê li ser malpera fermî ya Ajansa Fezayê ya Federal a Rûsyayê (Roscosmos) bi zindî hat nîşandan.
Wesayîta peykan dişîne fezayê ya barên giran "Proton-M" ya ku "Elektro-L" li ser barkirî ye bi saeta Tirkiyeyê di saet 12.13yan da hat şandin.
Bendê ne ku peyk bigîhêje rêgeza ku 35 hezar kîlomêtro ji Dinyayê bilind e û li wir bisekine.
Bi saya vê peykê 15-30 deqîqeyan carekî agahiyên der barê hewayê da wê bên bidestxistin.
Di sala 2023yan da Rûsyayê cara ewil peykek şand fezayê.