Muhammet Nazım Taşcı
04 Sibat 2023•Rojanekirin: 04 Sibat 2023
Alîkara Wezîrê Karên Derva yê Pakistanê Hîna Rebbanî Keher û Wezîrê Karên Derva yê Bangladêşê AK Abdul Momen li ser mijarên hevkariya dualî civiyan.
Li gorî nûçeya Radio Pakistanê Kehera ku di çarçoveya 75emîn pîrozbahiyên serxwebûna neteweyî ya Srîlankayê de, li Kolomboya paytext bû, digel Wezîrê Karên Derva yê Bangladêşê Momen civiya.
Keherê ji ber têkiliyên bazirganî yên di navbera herdu welatan de zêde dibin, kêfxweşiya xwe anî ziman û bal kişand ser giringiya zêdekirina peywendiyên aborî, bazirganî, geştiyarî yên di navbera Daka û Îslamabadê de.
Di civînê de bi tabet li ser mijarên aborî û bazirganiyê sekinîn.