TOKYO
Serokwezîr Erdogan li Japonyayê di çarçoveya bernameya xwe ya fermî de navenda çêkirina peyka TURKSAT 4A û TURKSAT 4Byê ziyaret kir.
Erdogan bi Midûrê Giştî yê Mitsubishî Electricê Kenichiro Yamanishi re hevdîtin kir. Pişt re jî beşdarî merasima radestkirina peyka TURKSAT 4Ayê bû.
Peykê dê 15 sibatê bişînin fezayê.
Erdogan ragihand ku peyka TURKSAT 4Ayê dê ji Japonyayê bibin Kazakistanê, li wir jî dê 15 sibatê bişînin fezayê.