ANKARA
Alîkara Serokê Giştî yê BDPê Meral Daniş Beştaş, derbarê biryara bêteqîbiyê de got: "Ya rast bi biryara bêteqîbiyê em car din hînbûn ku lêpirsînek derbarê bûyerê de nehatiye kirin."
Beştaşê li navenda giştî ya partiyê civînek çapemeniyê li dar xist û di civînê de daxuyand ku lêpirsîna Ûlûdereyê li Dozgeriya Erkdar a Taybet a Diyarbekirê hat kirin û got: "Ya rast bi biryara bêteqîbiyê em car din hîn bûn ku lêpirsînek derbarê bûyerê de nehatiye kirin. Ji bo dosyeya Roboskiyê, ev du salin ku li hêviya binyad û demeke guncaw in. Ji bo kiryar, kujer, yên ferman dan û yên fermanê bi cih anîn wek bê sûc nîşan bidin ev du salin dosye tê rawestin. Navê vê dema rawestanê danîne pêvajoya lêpirsînê."
Beştaşê, da zanîn ku li gor biryarê 5 gumanbar hene û ew nizanin ev gumanbar bi çi awayî hatine tesbîtkirin û got: "Çima li vir Serokê Sererkaniyê û fermandar tune nin?"
Bêştaşê wiha dewam kir: "Bi vê biryarê tenê kiryar, kujer, yên ferman dan û yên ferman bi cih anîn wek bê sûc nîşan nedan, di heman demê de jî ciwanên ku hatin kuştin wek sûcdar nîşan dan. Li gor biryara dozger, têkiliya kesên qaçaxçîtiyê dikin bi rêxistina terorê jî heye. 'Eger ev qaçaxçînin, eger ev diçin derveyî sînor elbet têkiliya wan bi mensûbên PKKê re jî heye.' Ev biryarek e û dozger ev biryarê daye."
Beştaşê piştî daxuyaniyê pirsên rojnamevanan bersivand û got ku ew dê di nav 15 rojan de îtiraza biryarê bikin. Bêtaşê got ku bi îtirazkirina biryarê negihîjin encameke dê serî li Dadgeha Zagona Bingehîn bidin ku bi vê jî negihîjin encamekê dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin.