13 Adar 2017•Rojanekirin: 13 Adar 2017
TOKYO
Qralê Erebistana Siûdiyê Selman bîn Ebdulezîz bi heyeteke karsazan ve çû Japonyayê.
Qral Selman ji bo têkiliyên aboriyê yên welatê xwe û Japonyayê xurttir bike hat Japonyayê.
Prensê Welîehd ê Japonyayê Naruhîto, li Balafirgeha Tokyo Hanedayê Qral Selman û heyeta wî pêşwazî kir.
Berdevkê Hikûmeta Japonyayê Yoşîhîde Suga der barê ziyaretê de daxuyanî da û got ku Japonya amade ye ku piştgiriya aboriyê bide Erebistana Siûdiyê.
Par di navbera du welatan de di çarçoveya vîzyona 2030an mutabaqatek hatibû kirin. Suga got ku ewê di hevdîtinan de wê li ser vê mijarê jî biaxivin û ev proje wê bê firehkirin.
Piştî 46 salan Qral Selman yekem qralê Erebistana Siûdî ye ku diçe ziyareta Japonyayê. Ewê bi Serokwezîrê Japonyayê Şînzo Abe û Împarator Akîhîto re bê bal hev.
Qral Selman beriya Japonyayê çûbû Endonezya û Malezyayê. Piştî Japonyayê ewê here Bruneî, Çîn û Maldîvan.