Cemal Sargati
2017 ж. 13 наурыз•Rojanekirin: 2017 ж. 17 наурыз
SILÊMANÎ
Bi hatina demsala biharê ve giha û pincarên vê werzê jî derketin û xelk eleqeyeke baş nîşanî van beran dide.
Li bazarên Silêmaniyê berên biharê yên wek binerdk, pincar, kereng, ribêz, tirp, gozerane, tolik, pirase û kulîla nîşaneya biharê nêrgiz jî bala muşteriyan dikişînin.
Jina 50 salî Tella Ehmed Resûla xelka navçeya Seyid Sadiq yek ji firoşyara giha û pincarên biharê ye, got ew ji bo debara jiyana xwe vî karî dike.
Tella Ehmed anî ziman ku di destpêka demsala biharê de çend cur giha li herêma wan derdikevin û ev jî ji bo qazanckirina pereyan îmkanekî baş e.
Ewê got niha binerdk, pincar, kereng, ribêz, tirp, gozerane, tolik, pirase û kulîla nîşaneya biharê nêrgiz, herwiha pelîne, gelamo, qezawane û çend curên din ji aliyê welatiyan ve ji bo xwarinê tên kirrîn.
Jina 50 saliya firoşyar wiha behsa komkirina van pincaran kir:
"Em her roj bi çend hevalan re seet 3yê serê sibehê diçin navçeya Kelarê, hinek jî diçin aliyê Şarezor û her yek ji me curekî kom dike. Dema seet dibe 12 em vedigerin bajarê Silêmaniyê û berên xwe difiroşin. Bi vî awayî debara xwe dikin."