Tuğçenur Akgün
15 Adar 2023•Rojanekirin: 16 Adar 2023
Qesra Spî daxuyand ku Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Amerîkayê Jake Sullîvan û Berdevkê Serokomariyê yê Komara Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin ji bilî têkiliyên dualî li ser mijarên herêmî û kurewî axivîn.
Sullîvan û Kalin di 14ê adarê da li Washingtonê hatin bal hev ku Qesra Spî der barê hevdîtina wan da daxuyaniyeke nivîskî da.
Hat daxuyandin ku Sullîvan ji ber erdhejên li Tirkiyeyê dîsa sersaxî da û got di vê pêvajoyê da Amerîkayê piştgiriya xwe ya ji bo gelê Tirk bidomîne.
Di daxuyaniyê da hat gotin ji bo Sewqiyata Dan û Dexl ya Behra Reş nû bibe hewldanên Tirkiyeyê, şerên di navbera Rûsya û Ukraynayê da û geşedanên herêmî û kurewî di hevdîtinê da hatin axaftin.
Sullîvan der barê endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATOyê da fikrên Amerîkayê anî rojevê, ji bilî vê her du aliyan ji bo ku mizakereyên di navbera Ermenistan û Azerbeycanê da dewam bike piştgiriyên xwe anîn ziman.
- Hevdîtina Kalin û Nulandê
Misteşara Karên Siyasî ya Wezareta Karên Derva Vîctorîa Nulandê jî der bar hevdîtina xwe û Kalin da li ser Twîtterê peyamek weşand.
Nulandê got ji bo ku ew ji ber erdhejê sersaxiyê bide û piştgiriya Amerîkayê bîne ziman bi Kalin ra hatiye bal hev.
Nulandê anî ziman ku ew li ser endamtiya NATOyê ya Swêd û Fînlandiyayê, hevkariya herêmî û têkiliyên dualî axivîn.