Ekip
13 Adar 2018•Rojanekirin: 14 Adar 2018
BEXDA
Rêveberiya Bexdayê qedexeya seferên ji bona derveyî welêt ya li balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê rakir.
Hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Heyder El Îbadî biryar daye ku li balafirgehên Herêma Kurdistana Iraqê Hewlêr û Silêmaniyê qedexeya firînê were rakirin.
Li gor ragihandina ofîsa Îbadî, qedexeya ku ji 29ê Îlona 2017an û vir ve didome hatiye rakirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îbadî gotiye: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê qebûl kiriye ku balafirgehan teslîmî rêveberiya navendî bike."